Berdevkê ENKSê bo K24ê: Civîna me ya bi Mezlûm Ebdî re erênî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Serokatiya ENKSê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya. Berdevkê ENKSê ji K24ê re eşkere kir ku ew civîn erênî bû, herwesa tekez li ser çûna Kurdan bi şandeke hevpar û yek nerînê ji bo Şamê jî kiriye.
Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) îro (Sêşem, 28.01.2025) bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif di derheqa wê civînê de ji K24ê re ragehand ku, ew civîn erênî bû. Herwesa her du aliyan tekez li ser yekhelwestiya Kurdan kiriye.
Berdevkê ENKSê herwesa got, “Her du aliyan tekez li ser çûna Kurdan bi şandeke hevpar û yek nerînê ji bo Şamê kiriye.”
Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif duhî (Duşem, 27.01.2025) jî ji K24ê re ragehandibû ku, li van nêzîkan hevdîtineke din jî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re tê kirin.
Feysel Yûsif herwesa gotibû, “Hindî ev yekrêzî zûtir bi cih bê, ji bo Rojavayê Kurdistanê baştir e.”
Berdevkê ENKSê herwesa amaje jî dabû, “Serok Barzanî û Hevpeymaniya Navdewletî li ser yekrêziya aliyên Kurdî rijd in.”