Îraqê bê Herêma Kurdistanê bi kompaniya BP re lihev kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Kompaniya BP ya Brîtanyayî li Îraqê ragehand, “Li destpêka meha bê lihevkirina navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompaniya BP ya Brîtanyayî li ser berhemanîna petrolê li Kerkûkê tê kirin, û dixwaze li çar zeviyên petrolê yên sinorê Kerkûkê berhemanîna petrolê ji bo yek milyon bermîlên petrolê rojane bilind bike.”
Li destpêka meha bê lihevkirina Hikûmeta Îraqê û Kompaniya BP ya Brîtanyayî lihevkirineke tevgir ji bo berhemanîn û birêvebirina çar zeviyên petrolê li Kerkûkê dike, ku zeviyên Havana, Bay Hesen, Cembor û Xebazeyê ne. Li dû lihevkirina navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompaniya BP, berhemanîna petrolê li Kerkûkê ji 300 hezar bermîlên petrolê bo yek milyon bermîlên rojane zêde dikin.
Birêveberê Kompaniya BP ya Brîtanyayî li Îraqê Zeyd Yaserî taybet ji K24ê re ragehand, “Me bi Wezareta Petrolê ya Îraqê re yadaştnameya hevfêmkirinê li ser berhemanîna petrolê li Kerkûkê îmza kiriye. Ew lihevkirin zeviyên Havana, Bay Hesen, Cembor û Xebazeyê vedigire û kompaniya me berhemanînê li petrol û gazên deverê dike. Bi aneha Xudê, li destpêka meha bê, ew lihevkirin tê îmzakirin.”
Hikûmeta Îraqê li dawiya sala borî bê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevfêmkirineke hevpar di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompaniya BP de îmza kir. Wezareta Petrolê ya Îraqê dibîje ku, lihevkirina wan bi BP re ji bo pêşxistina kertê petrolê li seranserî Îraqê ye ne tenê Kerkûkê.