Viyan Dexîl: Hikûmeta federal derbarê cîbicîkirina rêkeftina Şingalê de xemsar e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl rexne li hikûmeta federal a derbarê dosyaya Êzîdiyan û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê girt û tekez kir, hikûmeta federal di vê dosyeyê de xemsar e.
Dexîl ji K24ê re got, hikûmeta Iraqê ti xalek ji rêkeftina Şingalê ya ku 5 sal berê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kiribû, cîbicî nekiriye. Herwiha got jî, ew rêkeftin pêngaveke pêwîst bû, ji bo kêmkirina êş û azarên xelkê Şingalê, belkû cîbicînekirina wê, kirîza Êzidiyan girantir kiriye.
Berdevka Fraksiyona PDKê amaje bi wê yekê jî kir, hikûmeta federal ev 11 sal in tiştek ji bo alîkariya bi hezaran êzîdiyên koçber yên ku hîn li kampên parêzgehên Hewlêr û Dihokê ne, nekiriye.
Dexîl tekez kir jî, Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştgirî dane Êzîdiyan.
Roja 9ê Cotmeha 2020an hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî rêkeftina Şingalê îmze kiribûn ku ji 6 xalan pêk tê:
1. Hilbijartina qeymeqamekî nû.
2. Hikûmeta federal îdare pirsgirêkên ewlehiyê dike.
3. Erkdarkirina 2500 kes ji Şingalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.
4. PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.
5. Divê ti endamên PKK’ê di nava hêza nû ya ewlehiyê de neyin girtin.
6. Divê Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avedankirin û birêvebirina Şingalê bikin.