Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê li ser danana Serokê Sûriyeyê yê demkî: Neqanûnî û nedestûrî bû

Logoya Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê
Logoya Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê îro (Pêncşem, 30.01.2025) di ragehandinekê de danana Ehmed Şera wekî Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz “neqanûnî û nedestûrî” binav kir.

Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê amaje jî daye, “Amadebûna komên çekdar di wê merasîmê de, ji wan jî Sultan Silêman Şa, Firqeya Hemzatê, û Ehrar Şerqiye ku tawanên dijî mirovatiyê li beranberî gelê Kurd li wan deveran kirine ên ku kontirol kirine, nîgeraniyên me zêdetir dike ku, ya ku qewimiye pêngavek nebû ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nû, belkî wekî civîneke civata serbazî û danana Ehmed Şera wekî desthilatdarekî serbazî bû.”

Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê herwesa gotiye, “Dê guncayîtir ba ku konferansa tevgir a diyaloga niştîmanî ya Sûriyeyê dest pê kiriba û paşî civateke desthilatdariyê ya veguhêz a tevgir hatiba pêkanîn, paşî wê civatê serokekê demkî hilbijartiba, heta wê dema ku hilbijartinên demokratîk li seranserî welatî bi rê ve diçin.”

Di wê ragehandinê de herwesa hatiye eşkerekirin, “Ev biryara pêşwext nîgeraniyên me zêdetir dike ku, Sûriye vegere desthilata serbazî. Ev jî dibe sedem ku Sûriye ji stemkariyekê bo stemkariyeke din vê veguhastin.”

Wê ragehandinê li ser piştguhxistina pêkhateyan jî amaje daye, “Ew karên desthilata Şera heta niha kirine diselimînin ku pêkhate ji wê hikûmeta li vê dawiyê hatiye pêkanîn hatine dûrxistin û piştguhxistin, ku tenê di Desteya Tehrîr Şamê de sinordar bûye. Heta mijara konferansa diyaloga niştîmanî jî ku nûnerên pêkhateyên rastîn jê hatiye derxistin amajeyên metirsîdar in ji bo qonaxa bê.”

Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê amaje jî daye, “Bi nerîna me divê her piroseyeke veguhastina siyasî li Sûriyeyê tevalî û bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî be, li ser bingeha rêzgirtina li mafên hemî pêkhateyan û bi awayekî ku bicihanîna dadperwerî û demokrasiyê misoger bike.”

Bereyê Kurdistanî yê Sûriyeyê di dawiya ragehandina xwe de daxwaz ji Civaka Navdewletî û aliyên peywendîdar dike ku, givaştinê bixin ser desthilatdarên nû yên Sûriyeyê ji bo ku mafên hemî pêkhateyan li Sûriyeya nû bên gerentîkirin.