Joe Wilson: Dadgeha Bilind a Îraqê nedestûrî ye

Joe Wilson
Joe Wilson

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedar û parêzerekî Amerîkayî dibêje, “Dadgeha Bilind a Îraqê nedestûrî ye û bûye alaveke welatên herêmî.” Tekez jî dike, “Divê siza li ser sîstema dadweriyê ya Îraqê bê sepandin an jî bi temamî çaksazî tê de bê kirin.”

Dadgeha Bilind a Îraqê ji ber biryarên xwe zêdetir rûbirûyî rexneyan bûye, xasma jî biryarên ku bandor li ser enerjî û berjewendiyên aborî yên Herêma Kurdistanê heye.

Ew biryarên ku Dadgeha Federalî di salên borî de derxistine bandor li ser hinardekirina petrola Kurdistanê û aborê wê hebûye. Ew bizava Dadgeha Federalî jî bi bizavên Bexdayê ji bo kontirolkirina kerê enerjiyê yê Herêma Kurdistanê re paralel e.

Berpirsyarên Kurd û çavdêrên navdewletî jî di vî warî de dibêjin, “Ev biryar mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û seqamgiriya aborî têk didin.”

Herwesa çavdêr amajeyê didin nebûna rewatiya destûrî ya wê dadgehê, ji ber ku bê razîbûna perlemanê hatiye damezrandin. Dawî şermezarkirin jî ji aliyê Endamê Kongirêsa Amerîkayê Joe Wilson ve bû, ku wê dadgehê bi xizmetkirina berjewendiyên welatên herêmî tometbar dike û daxwaza sizayî an jî çaksaziya sîstematîk di desthilata dadwerî ya Îraqê de dike.

Joe Wilson siyasetmedar û parêzerekî Amerîkayî û endamê Partiya Komarî ye, ji sala 2001ê ve endamê Kongirêsa Amerîkayê ye û nûnerîtiya wîlayeta Karolînaya Başûr dike.

Wilson endamê bilind ê lijneya karûbarên derve yên civata nûnerên Amerîkayê ye, herwesa Serokê Lijneya Lawekî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û Asyaya Navîn e û endamê Lijneya Lawekî ya Ewropayê ye.

Wilson niha serokê desteya erkê ewlehiya niştîmanî û karûbarên derve yên komîteya lêkolînên komariyan ji bo kongireya 118ê ye.