Rojnameyeke Îtalyayê: Ocalan li 15ê Şibatê peyamekê parve dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameyeke Îtalyayê ji zarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragehand, “Ebdila Ocalan li roja 15ê Şibatê peyamekê parve dike.”
Li dû rojnameya il manifestoyê ya Îtalyayî, di civîna xwe ya bi nûnerên siyasî yên Îtalyayî û Fransayî de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî du zanyar eşkere kirine.
Rojnameya il manifestoyê amaje daye ku, zanyara yekê peyameke Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan bû ku bi gotina Mezlûm Ebdî, Ocalan di wê peyamê de ji bilî Tirkiyeyê behsa Rojavayê Kurdistanê jî dike, û mimkin e ew peyam bi rêya vîdyo konferansê li roja 15ê Şibatê be, ji ber ku bîranîna 26 saliya girtina Ocalan e.
Wê rojnameyê eşkere jî kiriye ku, zanyara duyê hebûna danûstandinan bi Hikûmeta Sûriyeyê ya nû re bû. Medyayên Tirkiyeyê jî çaverê ne ku ew peyam peyama çekdanana PKKê be.
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) li roja (Pêncşem, 23.01.2025) di ragehandinekê de naveroka civîna xwe ya duyê bi Ocalan re eşkere kir ku, di hevdîtina xwe de bi Ocalan re helsengandineke têr û tesel ji bo civînên şanda Dem Partiyê û partî û aliyên din ên siyasî kiriye.
Dem Partiyê amaje jî daye ku, Ocalan li ser qonaxa nû ya aştiyê kar dike û piştî temambûna amadekariyan, ji bo raya giştî radigehîne. Dem Partiyê herwesa gotiye ku, ew wekî Dem Partî kar dikin û peywendiyên wan bi aliyan re dê berdewam bin, li gel hebûna pêşhatên nû, raya giştî haydar dikin.
Dem Partiyê herwesa ron jî kiriye, qonaxa niha dibe sedema wê yekê ku hemî alî bi hev re û bi awayekî azad bijîn, lewma çaverê ne ku tevaya texên civaka Tirkiyeyê piştevaniya xwe diyar bikin.