Civîna Şanda Herêma Kurdistanê û Şanda Bexdayê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Herêma Kurdistanê û Şanda Îraqê îro li bajarê Bexdayê civiyan û danûstandin li ser pirsa budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê kirin.
Civîna Şanda Herêma Kurdistanê û Şanda Îraqê ya îro (În, 31.01.2025) ku li ser pirsa budce û mûçeyan bû bidawî hat.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan got, “Biryar bû ku civîna navbera Şanda Herêma Kurdistanê û Şanda Bexdayê li mala Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên hatiba kirin, lê ji ber hejmara zêde ya endamên her du şandan cihê wê civînê ji bo hotela Bexdayê hat guhertin.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê herwesa amaje da wê yekê jî ku, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên serperiştiya wê civînê dikir.
Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê, naveroka wê civînê li ser yekalîkirina sê pirsan bû:
1. Tevaya wî pereyê ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ji bo 12 mehên sala 2025ê ji bo mûçeyên fermanberan pêdivî ye.
2. Cudakirina lîsta xanenişîniyê ya wan fermanberên îsal ku li jiyê 60 saliyê xanenişîn dibin, wergirtina xelatê 12 mehên xanenişîniyê.
3. Amadekirina terazûya pêdaçûna mûçeyê meha 12ê ya sala borî.