Mesrûr Barzanî: Karesata 1’ê Sibatê êrîşek li ser tevahî Kurdistanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di salvegera komkujiya 1ê Sibatê de ragihand, “Karesata 1’ê Sibatê êrîşa li ser tevahî Kurdistanê bû.”

Di 1ê Sibata 2004ê de, baregeha Liqê Duyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Baregeha Sêyemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rastî du êrişên xwekujî hatibûn. Di encamê de jî 103 kes şehîd bûn û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Serok Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 01.02.2025 li Hewlêrê merasima bîranîna şehîdên 1ê Sibatê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û tê de nivîsî: “Karesata 1’ê Sibatê êrîşa li ser tevahî Kurdistanê bû.”

Herwiha got: “Em îro bejna xwe li ber şehîdên vê karesatê ditewînin û giringiya yekrêziyê di rûbirûbûna karesat û stemê de tekez dikin.”