Alîgirên Îranê yên li Iraqê ji banga xwe ya vekişîna hêzên Amerîkî poşman bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî raporteke “Associated Press”, grûpên siyasî yên alîgirên Îranê li Iraqê daxwaza xwe ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê bi paş ve vekişiyane. Di raporê de hat gotin, niha ew grûp piştgiriya hebûna leşkerî ya Amerîkî li Iraqê dikin.
Danûstandinên berê
Sala borî danûstandin derbarê pêvajoya guhastina hêzên biyanî li Iraqê hatin kirin, di nav wan de hêzên Amerîkayê, li ser bingeha hevpeymaniya dijî-DAIŞ û têgihîştina du alî di navbera hikûmeta Iraqê û hêzên derve yên cuda de.
Ev danûstandin li ser pêvajoya guhastinê bûn, ne vekişîna tevahî ya hêzên Amerîkayê ji Iraqê, wekî ku berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Kolonel Miles Caggins ji K24ê re eşkere kiriye.
Her çend, Îran û wan partiyên siyasî yên ku piştgiriya wê dikir, bi taybetî Çarçoveya Hevahengiyê, hewl didan ku mijara gotûbêjan wekî vekişîna tevahî ya hêzên Amerîkayê nîşan bidin; lê belê ew rast nebû, dibe ku rêyek bû ji bo zêdekirina zextê li ser Bexdayê ji bo sînordarkirina amadebûna leşkerî ya biyanî.
Ev helwest, dijberî nêrîna Kurd bû û serkirdayetiya bilind a Kurd li dijî wê bûn, wekî ku Serok Mesûd Barzanî ji Balyoza Amerîkayê Alina Romanowski re di havîna 2024an de eşkere kiribû.
Niha wisa dixuye ku Bexda gihîştiye heman nêrîna Kurd, wekî ku Serok Barzanî ji Romanowski re got: Mayîna hêzên hevpeymanan li Iraqê ji bo aramiya welat gelek girîng e!
Helwesta nû li Bexdayê, di demekê de ku Trump dudil e
Çend berpirsên Iraqî û Amerîkî ji Associated Press re ragihandin, “Rûxana Beşar Esed li Sûriyeyê, wiha li fraksiyonên hevpeymanên Îranê di nava Iraqê de kiriye, ku dubare li ser zextên xwe ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, bifikirin.”
Associated Press guhertina nêrînan vedigerand ji "wan êrîşên bilez ên serhildêrên îslamî yên Sunnî ku meha borî rejîma Esed rûxand.”
Digel vê yekê, nîşanên destpêkê ji rêveberiya nû ya Amerîkayê derbarê amadebûna leşkerî ya Amerîka li Rojavayê Kurdistanê ne zelal bûn. Ne diyar e ku Trump dixwaze li Sûriyê bimîne.
Di dewra xwe ya yekem de, Trump pêşî serkeftina li dijî DAIŞê li Sûriyeyê ragihand û fermana vekişîna hêzên Amerîkayê derxist. Ew biryara şaş, bû sedema dest ji kar berdana Wezîrê Berevaniyê, Jim Mattis.
Fermana Trump herwiha dijberiya kesayetiyên girîng ên Komarî jî li pişt xwe anî, wekî Senator Lindsey Graham (Komarî ji South Carolina) ku dostekî demdirêj ê Kurdan e, Trump jî zû poşman bû.
Ew dîrok li pişt pirsên vê hefteyê bû, derbarê helwesta rêveberiya Trump li ser Sûriyeyê. Roja pêncşemê, pirsek li Trump hate kirin derbarê amadebûna leşkerî ya Amerîkayê, û wî bersiv da: “Em li Sûriyeyê tevnegeriyane. Sûriye di aloziya xwe de ye. Ew bi têra xwe li wir aloz in. Pêwîstiya wan bi tevgirtina me nîne.”
Berdevka Koşka Spî, Karoline Leavitt roja înê di konferansek rojnamevanî de, pirs li ser daxuyaniyên Trump jê hate kirin. Wê bersiv da ku Trump "wek Fermandarê Giştî yê artêşa Amerîkayê, mafê wî heye ku di her demê de, pêdaçûnê geştên leşkerî yên li derveyî welat bike.”
Bi vî awayî, ne zelal e ku Trump çi biryarê bide
Associated Press nivîsand, “Rûxana Esed - hevpeymanê Îranê - destê Tehranê li navçeyê lawaz kir, grûpên hevpeymanên wê li Iraqê xwe lawaz hîs dikin.” Herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye ku gelek li Iraqê ditirsin ku DAIŞ sûdê ji "valahiya ewlehî" li wê derê bibîne û vegere.”
Yek ji endamên Çarçoveya Hevahengiyê li Bexdayê ji Associated Press re ragihand, “Grûpên Şîe yên alîgirên Îranê alîgiriyê li hiştina hêzên Amerîkayê li Iraqê dikin û naxwazin ji ber wê tiştê ku li Sûriyeyê rû daye, hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin.”
Associated Press dubare jî kiriye ku “çendîn berpirsên siyasî û ewlehiyê yên din ên Iraqê jî nirxandineke wiha li cem wan hene.”
Berpirsekî payebilind ê Dezgeha Asayişa nNiştimanî ya Iraqê ji wê ajansê re ragihand, “Di civîneke hikûmetê a van dawiyan de, nivîsgeha wî belge anîne ku 'ne di berjewendiya Iraqê de ye di vê demê de daxwaza vekişîna Amerîka û hevpeymaniya navdewletî bike.”
Ew berpirs gotiye ku “dengên bilind ên ku berê behsa vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê dikirin, bi şêweyekî berbiçav kêm bûne.”