Parêzer û siyasetmedar danîna qeyûman red dikin
Diyarbekir (K24) – Siyasetmedar û hiquqnasên Kurd derbarê danîna qeyuman de amaje dikin ku armanca sereke ew e ku destkeftiyên Kurdan ji wan werin standin, hiquqnas balê dikêşin ku Kurd ji pêvajoyê bi hêvî bûne ku daxwaza nasname û Zimanê xwe dikirin lê berovajiyê vê yekê destkeftiyên Kurdan ji wan hatin standin. Baroya Diyarbekir jî dibêje ew dixwazin danîna qeyuman raweste û pêvajo jî bidome.
Piştî ku qeyum bo Şaredariya Sêrtê hat danîn careke din pergala qeyuman ket rojevê. Hiquqnasên kurd balê dikêşin ku piştî biryara dadgehan qeyum bo şaredariyan tê danîn ku ev yek li dijî hiquqê ye, ji ber ku hîn biryarên dadgehan nehatîn teqezkirin qeyum tên danîn lê divê were zanîn ku ew biryar dê hîn ji pişkinîna dadgehên herêmî û bilind derbas bibin. Hiquqnas dibêjin ew ji pêvajoyê bi hêvîbun û çaverêyî mafên wek nasname û zimanbun lê berovajiyê pêvajoyê qeyum qeyum hatin danîn.
Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç ji K24ê re got: “Pisrgirêka kurd pirsgirêka nasnameya kurd e, pirsgirêka ziman û çanda kurd e, kurdan digotin dê mafê wan were nasîn lê hat wê astê ku nikarin şaredarên xwe hilbijêrin. Ev yek hêviya kurdan ji pêvajoyê dişkîne, divê danîna qeyuman bi dawî bibe û pêvajo jî bidome.”
Siyasetmedarên kurd jî dibêjin danîna qeyuman di salên dawîn de wek rêbazek nû li dijî Kurdan derdikeve pêş ku ev yek hatiye astek metirsîdar ku ti wateya hilbijartinan namîne û demokrasiyê jî lawaz dike.
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayran Bozyel dibêje: “Tirkiye bi danîna qeyuman hatiye wê astê ku êdî ji heddê xwe derbas kiriye, yasayên xwe nas nake, destıura xwe nas nake, niha Tirkiye bêdestur tê rêvebirin. Ev yek jî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li bajarê kurdan li dijî kurdan tê bikaranîn.”
Hiquqnas û siyasetmedar balê dikêşin armanca danîna qeyuman ew e ku Kurd nekaribin xwe rê ve bibin. Tê amajekirin eger ev yek di pêvajoyê de wek bazarê were bikaranîn jî ev yek şaş e û zirarê dide demokrasiya Tirkiyeyê jî.