Bang hilbijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêvajoya hilbijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî de, rêxistnên zimanê Kurdî yên Bakurê Kurdistanê bang li malbat û xwendekaran dikin ku li zimanê xwe xwedî derbikevin, hêvî ji partiyên siyasî jî ew e ku îdeolojiyên xwe deynin aliyekê û xebatê bikin da ku hijmara xwendekarên waneya bijare ya zimanê kurdî hildibijêrin zêdetir bikin.
Pêvajoya Hilbijartina Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî di 30ê rêbendanê de dest pê kir û heta 12ê sibatê dê berdewam be. Xwendekarên ku di polê 5.6.7 û 8ê de ne dikarin vê waneyê hilbijêrin û li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê dide zanîn di 2023yê de 23 hezar xwendekaran û di 2024ê de 35 xwebdekaran waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijartine. Rêxistinên Zimanê Kurdî jî bang li xwendekar û malbatan dikin ku ev hijmar îsal zêdetir bibe.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Em bang li gelê xwe dikin ku bila Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî hilbijêrin ku bi taybetî li Bakurê Kurdistanê asîmîlasyon pêş dikeve, ji bo zarokên kurdan ev wane girîng e ku nasnameya xwe bizanin û fam bikin ku zimanê wan dikare bibe zimanê prwerdehiyê.”
Rêxistinên Zimanê Kurdî balê dikêşin ku bo hişmendiya neteweyî zimanê kurdî hêmana herî girîng e ku bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ev yek gelek girîng e û ji ber wê Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî derfetek girîng e û divê were bikaranîn.
Rêveberê Yekîtiya Dildarên Kurdî (Dilkurd) Hişyar Ozsubaşi got: “Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî gelek girîng e, em bang li malbatan û xwendekaran dikin ku zimanê xwe hilbijêrin, Seîdê Kurdî dibêje hikumet çi dike bila bike pêşî hun divê bibin millet.”
Rêxistinên zimanê kurd bo waneya bijare ya zimanê kurdî balê dikêşin ser du mijaran; yek ew e ku bang tê kirin hamû partiyên siyasî îdeolojiyên xwe deynin aliyekî û dora ziman bibin yek, ya din jî ew e ku divê siyasetemdarên kurdên nava desthilatê, guvaşê rêveberên dibistanan bikin da ku astengî bo hilbijartina waneya zimanê kurdî dernexin.