Rêveberiya Xweser: Biryarên ji derveyî kongreya nîştimanî têne dayîn ne rewa ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser diyar kir biryarên ji derveyî kongreya nîştimanî ya Sûriyeyî ya bêyî beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gelê têne dayîn, ne rewa ne.

Rêveberiya Xweser îro 2ê Sibatê derbarê “Kongreya Serkeftinê” ya ku beriya çend rojan li Şamê hatibû lidarxistin û biryarên tê de hatibûn girtin de, daxuyaniyek weşand.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got: “Piştî hilweşîna rejîma Beisê ku wekî serkeftinekê ji bo tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye, geşedanên bilez û bez rû dan. Di demekê de ku gelê Sûriyeyê li benda lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Sûriyeyî ya giştî û amadekirina nivîsandina destûrek û hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê bû, civîneke berfireh li Şamê hat lidarxistin. Di civîna fermandarên komên Sûriyeyî lê hazir bûn de, gelek biryar hatin dayîn. Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku diviyabû biryar di kongreyeke nîştimanî ku tevahî pêkhate, taîfe, beşên Sûriyeyê, di nav de jin û ciwan, lê hazir bibûn bihatana dayîn.

Herwiha got: “Em civînên bi vî rengî rexne dikin, nemaze ku kesayetên li lîsteya terorê de û destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de hene wekî Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeraq) yê terorîst kujerê Sekretera Gişrî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, lê hazir bû. Kesê bi navê Mihemed El Casim ê bi navê Ebû Emşe jî di civînê de hazir bû. Tê zanîn ku çete Ebû Emşe bi taybetî li Efrînê gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kiriye. Em teqez dikin ku ev civîn ne rewa ye û hêviyên pêkhateyên Sûriyeyê îfade nake.”

Rêveberiya Xweser dibêje: “Em tekez dikin ku biryarên ku ji derveyî çarçoveya kongreya nîştimanî ya Sûriyeyê ya bêyî beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gel têne dayîn, kêm dimîne.”

Herwiha got: “Em bang li desthilata Şamê dikin şaştiya heyî fêm bike û tevahî  sûriyeyan bi hemû beş û meylên wan ên siyasî li kongreyeke nîştimanî ya giştî komb bike. Divê her kes di amadekirina kongreyê û nivisandina destûra nû ya welat de cih bigire.”

Rêveberiya Xweser di dawiyê de got: “Em ji bingehê helwesta me ya nîştimanî, em carek din banga parastina yekitiya Sûriye û serdestiya wê dikin. Em bang dikin ku divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di diyarkirina nîşaneyên siberoja Sûriyeyê ya li ser esasê demokrasî û nenavendîbûnê de werin beşdarkirin.”