Şaxewan Ebdila: Çi behaneyek ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nema

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Çi arêşeyek di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de nema.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Yekşem, 02.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de got, “Hemî gehiştin wê baweriyê ku divê qanûna budceyê bê edilandin, niha çi arêşeyek di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de nema.”

Şaxewan Ebdila herwesa got, “Li paşerojê dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tê kirin û armanca me ew e ku arêşeya mûçeyan nemîne û êdî nebe nûçe.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de amaje jî da, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji me re ragehand: îsal wekî par nabe û ez piştgiriya şandên her du aliyan dikim.”

 
Fly Erbil Advertisment