Almanya.. Wezareta Şehîdan daxwaz dike qurbaniyên Kurd ên jenosîdkirî bên qerebûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Wezareta Şehîdan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîneke xwe ya bi Serokê Akademiya Navdewletî ya Pirinsîpên Nûrinbêrgê ya Almanyayê re daxwazê dike ku, givaştinên qanûnî li ser astê navdewletî bi merema qerebûkirina qurbaniyên jenosîda Kurdan li ser dewleta Îraqê bên kirin.

Şandeke Wezareta Karûbarên Şehîd û Ebfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji şêwirmendên wê wezaretê Kameran Ebdila û Mihemed Xidir û birêveberên giştî Edîb Letîf û Sîrwan Ezîz û Kerîm Kawe Rayetî pêk hatibû, bi Serokê Navenda KG Lobiyê Auring Shaways re, li ser vexwandina fermî ya Akademiya Navdewletî ya Pirinsîpên Nûrinbêrgê bi serokê wê akademiyê re li welatê Almanyayê civiya.

Li dû ragehandina Wezareta Şehîdan, ew civîn ku li bingeha dîrokî ya Dadgeha Serên Nazî li Nûrinbêrgê bi rê ve çû, piştî çend hevdîtin û civînan tê, ku Wezareta Şehîdan di du salên borî de bi merema nasandina jenosîda Kurdan di çarçoveya pilana Wezareta Şehîdan ji bo nasandina dozên jenosîda Kurdan li ser astê navdewletî bi akademiya navbirî re damezrandinye.

Di çarçoveya wê civînê de, Şanda Wezareta Şehîdan du daxwazî arasteyî serokê Akademiya Navdewletî ya Pirinsîpên Nûrinbêrgê kirin, yek ji wan daxwaziyan jî alîkarîkirina Wezareta Şehîdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bû çêkirina givaştinên qanûnî li ser astê navdewletî bû, bi merema qerebûkirina qurbaniyên Kurd ên jenosîdkirî ji aliyê dewleta Îraqê ve.

Zêdebarî tekezkirina li ser daxwaziyên Wezareta Şehîdan, Serokê Navenda KG Lobiyê pirsa dubare rûdana jenosîdê li dijî Kurdan azirand û reşnivîsek ji bo hevdîtina çaverêkirî ya wê akademiyê li ser pirsa jenosîda Kurdan pêşkêşî serokê wê akademiyê kir.

Serokê Akademiya Navdewletî ya Pirinsîpên Nûrinbêrgê Prof. Christoph Zaferling fêmkirineke ron bi daxwaziyên wê şandê re diyar kir û soz da li paşerojeke nêzîk kar li ser daxwaziyan bike.