Mesrûr Barzanî: Em pêşwaziya dengdana Civata Nûnerên Îraqê li ser edilandina qanûna budceyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya dengdana îro ya Civata Nûnerên Îraqê li ser edilandina qanûna budceya federalî dike, herwesa destxweşiyê li hemî wan kesan dike yên ku di biserxistina wê edilandinê de alîkar bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 02.02.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de amaje daye, “Em pêşwaziya dengdana îro ya Civata Nûnerên Îraqê li ser edilandina qanûna budceya federalî dikin.” Herwesa gotiye, “Em destxweşiyê li hemî wan kesan dikin ên ku di biserxistina wê edilandinê de alîkar bûn.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Em spasiya Tîma Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin, ji ber karkirina wan pêxemetî danana mîkanîzma çareserkirina arêşeya mûçeyan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî jî kiriye, “Em hêvîdar in ev pêngava erênî ya edilandina qanûna budceyê ji bo çarekirina hemî arêşeyên din û pabendbûna hikûmeta federalî bi şandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bibe destpêkek.”
Civata Nûnerên Îraqê îro (Yekşem, 02.02.2025) bi piraniya dengên endaman deng li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî û madeya 12ê ya girêdayî hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da.
هیوادارین ئەم هەنگاوە ئەرێنییەی هەموارکردنی یاسای بودجە، ببێتە سەرەتایەک بۆ چارەسەرکردنی هەموو کێشەکانی دیکە و پابەندبوونی حکومەتی فیدراڵ بە ناردنی مووچە و شایستە داراییەکانی هەرێمی کوردستان.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 2, 2025