Sûdanî lijneyeke lêkolînê ji bo êrîşa li ser Kormorê pêk tîne

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ragehand, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê lijneyeke lêkolînê ji bo êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê pêk anî.”

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Îraqê duhî (Yekşem, 02.02.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî lidûçûn ji bo rûdana êrîşkirina li ser Zeviya Kormorê ya Gazê kir.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Çi zirareke canî ji wê êrîşê peyda nebûye, herwesa bandor li ser berhemanîna gazê li nav wê zeviyê jî nebûye.”

Wê ragehandinê amaje jî daye, “Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê lijneyeke lêkolînê ji bo êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê pêk aniye û Fermandarê Operasyonên Hevpar jî bi Pêşmergeyan re berdewam di peywendiyê de bû.”

Ragehandina navbirî ron jî kiriye, “Her bizaveke ji bo têkdana aborî û lêdana li berjewendiyên gel armanckirina tevaya Îraqiyan e, hêzên ewlehiyê yên Îraqê qet rêyê bi karekî ji wî rengî nadin û tolê ji her kesekî vedikin, ku bixwaze yariyan bi ewlehiya aborî ya welatî bike.”

Nêzî seet 07:10 ê êvara duhî (Yekşem, 02.02.2025) êrîşî ser Zeviya Kormorê ya Gazê li Çemçemalê hat kirin. Wezareta Samanên Xwezayî di vî warî de ragehand, “Wê êrîşê çi zirar negehandine wê zeviyê û Kompaniya Dana Gazê.”

Wê wezaretê amaje jî da, “Berhemanîna gazê li nav Zeviya Kormorê ya Gazê asayî ye, herwesa pestana gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê jî heta niha asayî ne û helsengandin ji bo zirarên madî yên wê êrîşê jî tê kirin.”

Li roja 26ê Nîsana par jî bi dronê êrîşî ser Zeviya Kormorê ya Gazê li sinorê Çemçemalê hatibû kirin. Di encama wê êrîşê de, çar karkerên Yemenî hatibûn kuştin û duyên din jî birîndar bûbûn. Her ji ber wê sedemê, 2500 mêgawatên karebê kêm bûn.

Zeviya Kormorê ya Gazê dikeve sinorê nahyeya Qadir Keremê ya parêzgeha Silêmaniyê, ku ji sala 2003ê ve di bin kontirola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Ji sala 2008ê ve dest bi berhemanîna gazê li wê zeviyê hatiye kirin, berhemê wê yê ronaje 450 milyon pêyên sêcarkî ne û biryar e heta dawiya îsal ji bo 500 milyon pêyên sêcarkî bilind bibe.

Zeviya Kormorê ya Gazê dabînkera 67% ya kareba Herêma Kurdistanê ye, yanî sê hezar û 700 mêgawatên karebê berhem tîne. Berhemê gaza wê bi rêya boriyan ji bo westgehên karebê yên Hewlêr û Çemçemalê tê veguhastin. Gaza xwezayî ya zêde ku li Kormorê heye bi yek tirilyon û 800 milyar pêyên sêcarkî tê xeminandin.