Teqînek li Moskoyê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Teqînek li nav komelgeheke akincîbûnê li bakurê rojavayê Moskoyê çê bû, di encamê de jî pênc kes bûn qurbanî.
Ajansa RIA Novosti ya Rûsyayî parve kiriye, nîvroya îro (Duşem, 03.02.2025) teqînek li deriyê komelgeha akincîbûnê ya Scarlet Cells çê bû.
Li dû çavkaniyeke tendirsutiyê ya Moskoyê, ji ber wê teqînê kesek hatiye kuştin û çar kesên din jî birîndar bûne, ku li nexweşxaneyên çareseriyê werdigirin.
Çavkaniya wê teqînê jî bi temamî nehatiye zanîn, lê goman tê kirin ku ew teqemenî bi rêya karmendekî postê an jî karmendekî xizmetkariyên wê komelgekê hatibe veguhastin.