Balyozê Omanê li Iraqê: Em li hêviya hevpariyeke bihêz li gel Herêma Kurdistanê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Omanî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re civiya. Balyozê Omanê li Iraqê jî dibêje, ew dixwazin hevpariyê di warên cuda de ligel Herêma Kurdistanê bikin.
Balyozê Omanê li Iraqê Mehmûd El-Xurûsî ji K24ê re got: “Me li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser bihêzkirina pêwendiyên aborî û bazirganî gotûbêj kirin û Oman çaverêya hevpariyeke bihêz li gel Herêma Kurdistanê bike.”
El-Xurûsî got jî: Di rojên bê de dê hejmarek ji veberhêneran bi serokatiya Serokê Odeya Bazirganî ya Omanê serdana Hewlêrê bikin û gotûbêjan li ser veberhênana li Herêma Kurdistanê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh 3ê Sibatê pêşwazî li şandeke Sultanata Omanê bi serokatiya Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî û Pêşxistina Veberhênananê Qeys Bin Mihemed El-Yûsif kir.
Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser bihêzkirina têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Omanê di warên cuda cuda de, bi taybetî bazirganî, pîşesazî û veberhênanê hat kirin.
Serokê şanda Omanî dilxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dualî nîşan da. Di vê derbarê de amaje bi girîngiya vekirina Konsulxaneya Giştî ya Omanê li Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Sultanata Omanê tekez kir.