Hewlêr.. Yekem car navenda çandina mêjiya hestiyan tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê got: %28 ê ji nexweşên penceşêrê li nexweşxaneya Nanekelî, rûniştvanên derveyî Hewlêrê ne. Di demeke nêz de, navendek çandina mêjiya hestiyan li Nexweşxaneya Nanekeli dê bê avakirin.

Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed îro 4ê Sibatê bi boneya Roja Cîhanî ya Penceşêrê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, salane zêdetirî 50 milyar dînar ji aliyê Sindoqa Alîkariyên Penceşêrê ve ji bo pêdiviyên nexweşên penceşêrê tên xerckirin.

Dr. Dilovan got jî: “Bexşkar, hevkarên me yên sereke ne di kirîna dermanan û avakirin û nûkirina nexweşxaneya Nanekelî de. %28 ji nexweşên penceşêrê li nexweşxaneya Nanekelî li derveyî Hewlêrê dijîn.”

Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê da zanîn, “Di demek nêz de, navendek mezin a pêşkeftî ya çandina mêjiyê hestî dê li Nexweşxaneya Nanekelî ji hêla Ehmed Îsmaîl Nanekelî ve bi bihayê 6 mîlyon dolar were damezrandin. Bi temambûna vê navendê re, êdî nexweş ji bo dermankirinê naçin derve.”