Nêçîrvan Barzanî û Nûnerên Putin peywendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê gengeşe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve û şanda pê re dike, herwesa pê re danûstandinan li ser mijarên giring jî dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kiriye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (pêncşem, 06.02.2025) pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve Mikhail Bogdanov û şanda pê re kir.

Di wê civînê de, danûstandin li ser berdewamkirina peywendiyên Rûsyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, weberhênana Rûsyayî li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên Rojhilata Navîn hatin kirin.

Zêdebarî tekezkirina li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina peywendiyên bi Rûsyayê re, Nêçîrvan Barzanî herwesa amaje da amadeyî û rolê kompaniyên Rûsyayî li Herêma Kurdistanê û xasma di warê alîkariyên enerjiyê de, herwesa spasî û rêz ji bo Rûsyayê tekez kirin ku di demên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.