Birêveberê Giştî yê Kurdistan24ê tevlî dîdara medyaya ya Sikirtêrê Yekgirtûyê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkeftina salvegera ragehandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûyê dîdareke medyayî rêk xist û Birêveberê Giştî yê Dezgeha Kutrdistan24ê ya Lêkolîn û Ragehandinê Ehmed Zawîteyî bi nûnerîtiya K24ê tevlî wê dîdarê bû.
Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di bersiva pirsyara medyakaran de behsa wê yekê kir ku, tevlî Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabin û wekî opozisyon dimînin lê opozisyoneke cuda û nabin sedema têkdana rewşa Herêma Kurdistanê.
Selahedîn Behaedîn tekez li ser helwesta partiya xwe ji bo referandoma serxwebûna Kurdistanê kir û amaje da ku, ew bi referandomê re bûn û ji helwesta xwe poşman jî nabin, wekî ku çend kes ji helwesta xwe poşman bûn.
Di wê hevdîtinê de, bi arastekirina çend pirsyaran li ser rewşa Herêma Kurdistanê û deverê, danûstandineke germ di navbera Nûnerê K24ê Ehmed Zawîteyî û Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de çê bû.
Ehmed Zawîteyî ji Selahedîn Behaedîn pirsî, “We drûşmek heye ku çaksazî ye, hûn tevlî hikûmetê bûne û opozisyon jî bûne. Bi nerîna cenabê we, bi kîjan ezmûn we kariye zêdetir drûşmê xwe bi cih bînin?”
Wî jî di bersivê de got, “Çasazî di hikûmetê de tê kirin, derfeta me ya çaksaziyê heta radeyekê ji qonaxekê bo qonaxeke din cuda bû. Di qonaxekê de baştir bû, wezîrî zêdetir desthilat hebû û di qonaxekê de jî kêmtir bû, lê em tevlî Kabîneya Nehê nebûn heta em bizanin, lê li dû wê ya ku em dibihîsin, dibêjin daxistineke zêde heye.”
Rewşa deverê û rûdanên vê dawiyê yên Sûriyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê jî mijarên tewerekî din ê pirsyar û bersivên navbera şandiyê K24ê û Sikirtêrê Yekgirtûyê bûn.
Ehmed Zawîteyî di derheqa Rojavayê Kurdistanê de ji Selahedîn Behaedîn re got, “Wekî partiyeke Kurdî ya Îslamî ya siyasî, gelo hûn dikarin çi rolekî bigêrin ku rûdan û pêşhatên vê dawiyê yên Sûriyeyê di qazanca Kurdan de bin, xasma di danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û desthilatdarên nû yên Sûriyeyê li Şamê?”
Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî brsiv da, “Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştevanîkirin, destê xwe ji bo hin tiştan dirêj kiriye ku bi Sûriyeyîyan re nagunce, ji bo mînak destûrek danaye ku hin tiştên gelek xerîb tê de hene. Tiştê ku cihê hêviyê ye ew e ku, Mezlûm Ebdî hevkêşeyên siyasî yên deverê fêm dike û fêmkirina Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera jî vekirî ye.”
Pirsyareke din a Nûnerê K24ê li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû, Sikirtêrê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê amaje da ku, bi awayekî geşbîn dinêre wê piroseyê û hatina pêş a kesên wekî Devlet Bahçeli wekî amajeyek ji bo cidîtiya pêngavan dibîne.