Medyaya Îmaratê bi berfirehî cih da serdana Mesrûr Barzanî û hevdîtina ligel Şêx Mihemed bin Zayîd
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojname û dezgehên ragihandinê yên Îmarata Erebî, bi awayekî berfireh rûmala serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bo Ebû Dhabî û civîna wî ya ligel Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan kirin.
Rojnameyên herî bi bandor û xwedî tiraja bilind ên wekî (El-Beyan, El-Îtîhad, El-Xelîc, El-Fecir û El-Weten), di hejmarên xwe yên îro 6ê Berçile de, wêneyê civînê li ser rûpelên sereke belav kirin û tekezî li ser giringiya vê hevdîtinê ya ji bo pêşxistina pêwendiyan kirin.
Pîrozbahiya Roja Niştimanî
Li gorî nûçeyên rojnameyan, di hevdîtina li Ebû Dhabî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya 54emîn salvegera Roja Niştimanî ya Îmaratê li Şêx Mihemed bin Zayîd, gel û serkirdatiya Îmaratê kir û hêviya pêşketin û xweşguzariyê ji wan re xwest.
Li hember de, Serokê Îmaratê spasiya vê helwestê kir û hêviya aramî û geşepêdanê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê xwest. Di civînê de berpirsên bilind ên Îmaratê, di nav de Şêx Hemdan bin Mihemed bin Zayîd û Şêx Seyf bin Zayîd jî amade bûn.
Manşetên Rojnameyan
Rojnameyên Îmaratê di manşetên xwe de bal kişandin ser çend xalên girîng:
- El-Weten: Bi sernavê "Berfirehkirina asoyên pêwendiyan" nûçe belav kir û nivîsand: "Serokê Dewletê û Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya xurtkirina aştî û aramiyê ji bo berjewendiya gelên navçeyê dikin."
Rojnameyê ev hevdîtin wekî pêngavek ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera Îmarat, Iraq û Herêma Kurdistanê pênase kir.
- El-Fecir: Giranî da ser dosyayên hevbeş û nivîsand: "Mesrûr Barzanî û Bin Zayîd bîr û ramanên xwe parve kirin." Rojnameyê diyar kir ku her du alî hevnêrîn bûn ku aramiya siyasî û ewlehiyê, mercê sereke ye ji bo her cûre pêşketinê.
- El-Xelîc: Di manşeta xwe de got: "Mihemed bin Zayîd û Barzanî: Pêşxistina aştiyê xizmeta gelên navçeyê dike."
- El-Beyan: Civîn wekî derfetek ji bo "biserkirina pêwendiyên birayetiyê û berfirehkirina hemahengiyê" nirxand.
- El-Îtîhad: Bal kişand ser wê yekê ku her du serkirdeyan tekezî li ser çەspandina aştî û aramiya Rojhilata Navîn kirine û ev yek wekî bingeha pêşketina aborî û civakî destnîşan kirine.
