Mistefa Kerawî: Li van nêzîkan qanûna budceyê diçe di warê bicihanînê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê tekez dike ku, çi guhertineke bingehîn di qanûna budceyê de nehatiye kirin. Amajeyê jî dide ku, ew edilandin girêdayî madeya 12ê ya xerciyên deranîna petrolê li Herêma Kurdistanê ne.
Endamê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Mistefa Kerawî îro (Yekşem, 09.02.2025) ragehand, “Ew edilandinên ji aliyê Serokwezîrê Îraqê û Civata Wezîran ve hatibûn şandin, bi madeya 12ê ya girêdayî xerciya deranîna petrolê li Herêma Kurdistanê sinordarkirî bûn."
Mistefa Kerawî ron jî kir, “Biryar e li van nêzîkan madeya edilandinê biçe di warê bicihanînê de. Bi vî wayî jî rê bi destpêkirina hinardekirina petrolê li zeviyên Herêma Kurdistanê bi rêya SOMOyê bo benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê tê dan.”
Navbirî amaje jî da, “Li dû edilandinên vê dawiyê, çi guhertineke bingehîn di qanûna budceyê de nehatiye kirin, herwesa amaje bi çi damezrandineke nû nehatiye dan, tenê hikûmet dikare di çarçoveya xişteyên budceyê de çend pisporî û naverokên berê aktîv bike.”
Civata Nûnerên Îraqê li roja Yekşemê, 02.02.2025, bi amadebûna 176 endaman ji bo dengdana li ser çend pirojeqanûnan û edilandina çend qanûnan civiya, û ya herî giring edilandina qanûna budceyê bû ku, benda duyê ya madeya 12ê girêdayî zêdekirina xerciya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê û dubare hinardekirina petrola wê bû.
Di wê civînê de bi piraniya dengên endaman, deng li ser edilandina qanûna budceya giştî ya federalî ji bo salên 2023, 2024 û 2025ê hat dan, bi vî awayî jî bi gotina endamên PDKê, çi behaneyek ji bo hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê nemaye.