Ehmed Şera ji bo Lûtkeya Erebî li Misirê hat vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê bo Qahîreyê hat vexwandin, da ku beşdarî civîneke awarte ya Komkara Erebî bibe.
Jêderên dîplomatîk ên Erebî piştrast kirin, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera ji bo beşdarbûna civîna awarte ya Komkara Erebî li Qahîreyê di 27ê Sibatê de hatiye vexwendin.
Amaje bi wê kirin jî, ti astengî li pêşiya beşdarbûna Şera di lûtkeyê de nîne, bi taybetî ku serkirdeyên Ereb hewl didin nêrînên xwe li hember gefên Îsraîlê û rewşa metirsîdar a pirsa Felestînê bikin yek.
Diyar kirin ku di van demên dawî de têgihiştinek erênî di navbera Misir û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de çêbûye, nemaze piştî ku Misir nîgeraniyên xwe yên ewlehiyê bi rêya Tirkiyeyê ji rêveberiya nû re ragihand.
Jêderên dîplomatîk diyar kirin jî, tê payîn Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û Ehmed Şare li perawîza lûtkeyê bicivin.