Dicla Mûsa Antar: Çend pirtûkên bavê min dê ji nû ve bên çapkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Beşek ji pirtûkên Mûsa Anter dê ji nû ve bên çapkirin û kurê wî jî dilgiran e ku nivîskarên kurd zêde guh nadin wergerandina pirtûkên wî bo kurdî.

Dîcle Mûsa Anter îro 10ê Sibatê ji K24ê re got: Niha çend çapxane û weşanxaneyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Herêma Kurdistanê pirtûkên Mûsa Anter bi dîzaynên nû çapa dikin, çend nivîskarên kurd jî hejmarek pirtûkên wî ji tirkî wergerandine zimanê kurdî.

Dîcle Anter dilgiraniya xwe nîşan da ku bavê wî nekarîbû bi zimanê dayikê binivîse û belav bike, lê nivîskarên kurd wek pêwîst kar li ser wê yekê nekirine ku pirtûkên Mûsa Anter ji tirkî wergerînin ser zimanê kurdî, ji bo keç û kurên kurd zêdetir bi vî nivîskarî aşna bibin.

Mûsa Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê jidayik bû, ew yek ji nivîskarên navdar ên kurd bû û çend caran ji ber mijara ziman û nivîsên xwe hatibû zindanîkirin. Apê Mûsa, berdewam tekezî li wê yekê dikir ku kur û keçên kurd zimanê xwe ji bîr nekin û bi kurdî bipeyivin, her wekî ku wî bi xwe got: “Zimanê me nasnameya me ye.”

Mûsa Anter di sala 1992an de li Diyarbekirê hate terorkirin.

Beşek ji berhemên Mûsa Anter: Birîna Reş, Kimîl, Ferhenga Kurdî, Bîranînên Min bergê yekem û duyem, Çinara Min.