Şilêra Balekayetiyê: Di navbera bedewiya xwezayê û metirsiya jinavçûnê de
Hewlêr (K24) – Li bilindahiyên gundê Çîkan ê li devera Balekayetiyê, kulîlkên Şilêrê bi rengên xwe yên sor û zer, dîmenekî wekî tabloyekî hunerî dane zozanan. Lê tevî vê bedewiyê, ji ber reftarên neberpirsiyarane, metirsiyên mezin li ser vê cureya kêmpeyda ya kulîlkan çêbûne.
Kulîlka Şilêrê, ku wekî yek ji bedewtirîn kulîlkên xwezayê tê naskirin, li çiyayên Kurdistanê bi awayekî xwerû şîn dibe. Her sal di werza biharê de, gelek geştyar û wênekêş ji bo dîtin û kişandina wêneyên van kulîlkan, rêyên dijwar û asê derbas dikin, da ku xwe bigihînin lûtkeyan.
Wênegir Kalê Husên, ku ji bo dîtina Şilêran çûye zozanên Çîkanê, ji Kurdistan24ê re dibêje: "Her gava tu têyî vir, tu rastî tabloyeke xwezayî û rengîn têyî. Ez wekî wênegirekê dixwazim ku vê bedewiyê belge bikim berî ku emrê wan ê kurt bidawî bibe. Emrê van kulîlkan tenê di werzê biharê de ye û gelekî kin e."
Tevî ku Şilêr bedewiyeke bêhempa dide herêmê, lê di salên dawî de rûbirûyî metirsiya kêmbûnê bûye. Pisporên warê riwekan hişyariyê didin ku eger kulîlk ji kokê (rehê) ve were derxistin, ew riwek êdî şîn nabe. Pîvazoka Şilêrê 5 heta 7 salan dem pê gerek e da ku karibe careke din kulîlk bide, lê eger pelên wê werin qetandin yan rehê wê were têkbirin, pêvajoya geşebûna wê disekine.
Ji ber ku gelek kes bi motorsîklet û wesayîtan diçin nav qadên kulîlkan û zerarê didin jîngehê, şêniyên gundê Çîkanê neçar mane ku hinek rêyên wesayîtan bigirin.
Muxtarê gundê Çîkanê, Huner Hamed li ser vê biryarê dibêje: "Hin kes tên û jîngehê bi temamî dişêwînin. Ev kulîlkên bedew milkê her kesî ne, divê em wan biparêzin. Loma wekî gundî me biryar da ku rêya wesayîtan bigirin, da ku mirov bi lingan herin û zirarê negihînin kulîlkan."
Li gorî çavkaniyên zanistî, kulîlka Şilêrê di nav 12 salên borî de ketiye "Lîsteya Sor" a cîhanî, ku tê de navên wan riwek û ajalan hene ku metirsiya jinavçûnê li ser wan heye. Li Kurdistanê çar cureyên vê kulîlkê şîn dibin, lê ji ber geştyariya nezanistî û qetandina wan a bêserûber, her sal hejmara wan kêm dibe.