Berf deriyên dibistanên 7 parêzgehên Tirkiye digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Li 7 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê, dibistan hatin girtin.
Pêla sermayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bandor kiriye û berf li piraniya parêzgehan dibare, bi taybet li heft parêzgehan îro dibistan hatin girtin.
Bandora pêla berf û sermayê bi awayekî mezin li ser parêzgehên Stenbol, Sînop, Mereş, Çorum, Kastamonu, Samsun û Takırdag dibe. Keşnasiya Tirkiyeyê jî hişyarî da welatiyan ku heta ku hewce nebe, dernekevin derve.
Li gor pêşbîniyên îro, li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dibre, li hin parêzgehên din jî berf û baran bi hev re dibare.
Berevaniya sivîl li hin parêzgehan hişyarî da welatiyan ku ji ber egera barîna berfê neçin deverên dûr.