Armancên Konferansa Parîsê ya derbarê Sûriyeyê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro 13ê Sibatê konferansa Parîsê ya derbarê Sûriyê de lidar bikeve, ji bo hevahengiya hewldanên herêmî û navdewletî ji bo piştgiriya Sûriyeyê di qonaxa veguhêz de.

Wezareta Derve ya Fransayê dibêje, civîna Parîsê dikeve çarçoveya civînên Komîteya Têkiliyên Wezîrên Erebî yên ku di 14.12.2024an li Urdinê û Konferansa Riyadê ya 12.01.2025an de hatibûn lidarxistin

Piştgirî li hember aramiyê

Civîna Parîs çend armancên daniye ber xwe: “Pêkanîna veguhestinek siyasî ya aştiyane ku serwerî û ewlehiya Sûriyeyê biparêze, yekxistina hewldanên alîkariya aborî û pêşkeşkirina hevkariyê, herwiha gotûbêjkirina dosyeyên dadweriya veguhêz, bi awayekî ku ti tawanbar ji sizayan xilas nebe.”

Di vê derbarê de, tê çaverêkirin ku ji desthilatdarên nû bê gotin ku giring e qonaxa veguhêz bi awayekî aştiyane bê kirin, bi awayekî ku beşdariya hemû pêkhateyên siyasî û mezhebî li welat bê garantîkirin û Sûriye nebe sedema têkçûna aramiyê li navçeyê.

Aliyên beşdar

Di konferansê de wê wezîrên derve yên 8 welatên Erebî, wezîrên derve yên welatên G7 (heft welatên pêşesazî) û nûnerên 6 welatên Eweropî û Emerîka, Turkiyê, Brîtaniya, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekgirtî, Komkara Erebî û Encûmena Hevkarî ya Kendavê, amade bibin.

Dê Wezîrê Derve Esed Şeybanî jî nûneratiya Sûriyeyê di civînan de bike. Ti agahî derbarê beşdariya aliyên din ji Sûriyeyê, wek Kurdan, nehatina belavkirin.

Alîkariyên diravî nayin komkirin

Hat ragihandin ku komkirina alîkariyên diravî ne ji armancên konferansê ne, ji ber ku ev kar dê ji aliyê konferansa xêrxwazan a salane ya ku dê di Adara bê de li Brûkselê were lidarxistin, were kirin, lê dê mijarên wekî rakirina cezayan bêne gotûbêj kirin.

Du dîplomatan diyar kirin, Yekîtiya Ewropî ber bi rakirina hin sizayan ve çûye, her çend ev yek rastî astengiyan tê, wek dijberiya Qibris û Yunanistanê, herwiha nîgeraniyên li ser danûstandinên xêzkirina sînorên deryayî di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de.