Washington Post: Îsraîl dikare êrîşî navendên otomî yên Îranê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Raporên hewagirî yên Amerîkî dibêjin, Îsraîl bîr li wê dike ku îsal êrîşeke asmanî ya mezin li ser saziyên otomî yên Îranê bike.
Rojnameya “Washington Post” belav kir, dezgeha hewlgiriyê ya Amerîkayê hişyarî daye ku Îsraîl dikare di nîva îsal de, êrîşî navendên otomî yên Îranê bike.
Berdevkê Encûmena Neteweyî ya Koşka Sipî Brian Hughes ji rojnameya Washington Postê re ragihand, Donald Trump rê nade Îran bibe xwedî çekên otomî.
Hughes got: “Trump pêşwaziyê li diyaloga aştiyane li ser mijarên Amerîka û Îranê dike, lê eger Îran ji rêkeftinê re amade nebe, ew li bendê namîne.”
Li gorî nirxandineke hewalgiriyê ku di rojên dawîn ên rêveberiya serokê berê yê Amerîka Joe Biden de hatiye amadekirin, Îsraîl ditirse ku ew firsendê winda bike ku rê li ber Îranê bigire ku çekên otomî bidest bixe. Ev jî dikare zextê li rêveberiya Donald Trump bike ku ji bo lêdana Îranê, piştgiriyê bide wê.
Rojnameya “Wall Street Journalê” jî ragihand: “Îsraîl ji bo êrîşkirina ser navendên otomî yên Îranê, rêveberiya Trump ji rêveberiya berê bêtir wek piştgirê xwe dibîne, ji ber ku pêwîstiya wê bi piştgirî û cebilxaneya leşkerî ya Amerîkî heye.”
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yitzhak Rabin di meha Mijdara 2024an de got: “Derfeta me heye ku em bigihêjin armanca xwe ya têkbirin û nehîştina rakirina metirsiyên li hember Îsraîlê.”
Hefteya borî, Trump yadeştek îmez kir ku rêgiriyê li Îranê dike ku çekên otonomî çêbike, li hemberê jî amadehiya xwe ji bo hevdîtina bi Serokê Îranê Mesûd Bijîşkiyan re nîşan da.