Bakirhan: Gel bo aştiyê amade ye lê siyaset wek pêdivî çalak nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê ragihand ku ew di demeke gelekî dijwar de kar ji bo avakirina aştiyê dikin û daxwaz ji aliyan kir ku ji bo biserxistina proseyê piştgiriyê bikin, herwisa tekez jî kir ku gel ji bo aştiyê amade ye lê siyaset bi qasî ya pêdivî çalak nîne.
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro Duşem, 23ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de ji bo malpereke nêzîkî partiya xwe amaje bi rola parlamentoyê kir û ragihand ku nabe komîsyona çavdêriyê ya parlamentoyê tenê çavdêriya pêşhatan bike, belkî divê rola xwe ya dîrokî bibîne û ji bo aştiyê karekî mezin bike.
Bakirhan herwisa bal kişand ser helwesta Partiya Nû ya bi serokatiya Ozgur Ozel, ku biryar daye endaman ji bo komîsyona çavdêriyê diyar neke, û got: "Em jî kêmasîyên bidemokratîkkirinê û binpêkirinên desthilatê dibînin, lê li şûna ku ew ji wê komîsyonê vekişin, diviyabû wan di nava komîsyonê de lêpirsîn li desthilatê bikirana."
Hevserokê DEM Partiyê di derheqa birêveçûna proseyê de jî eşkere kir: "Proseyê lezeke diyarkirî heye û sistbûnan bêtir peywendî bi pêşhatên Rojhilata Navîn û helwesta desthilatê ve heye."
Navbirî herwisa got ku eger em rewşê bi yek hevokê kurt bikin: "Gel ji bo aştiyê amade ye, lê pêngavên siyasetê li paş daxwazên gel dimînin û pêdivî e ew pêngav bên avêtin ên ku baweriyê zêde dikin."