Amadekariyên Festîvala Laleşê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Laleşê her sal li Herêma Kurdistanê tê kirin û biryar e îsal jî di 15ê Sibatê de were lidarxistin.
Endamê Desteya Serperiştiya Festîvala Laleşê Dawûd Xetarî ji K24ê re ragihand: “Em her sal di 15ê Sibatê de li zanîngeha Dihokê festîvalekê saz dikin, daku zêdetir giringiyê bidin çand û folklora Êzidiyan.”
Dawûd Xetarî got jî: “Piştgiriya me ya sereke Navenda Rewşenbîrî ya Laleşê ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştgiriya wê dike.”
Endamê Desteya Serperiştiya Festîvala Laleşê da zanîn jî: “Bingeha Laleşê 38 şaxên wê yên sereke hene û zêdetirî hezar endamên wê hene.”
Derbarê hatina mêvanan de jî Dawûd Xetarî got: “Piraniya mêvanan dê ji navxweya Herêma Kurdistanê amade bin.”