David Lammy: Brîtanya li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Sibatê li bajarê Munchenê bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy re civiya.
Di hevdîtinê de, behsa peywendiyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên di warê siyasî, ewlekarî û aborî de hate kirin.
Nêçîrvan Barzanî pêzanînên xwe ji bo berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorîstan û pêşxistina saziyên ewlehiyê de, nîşan da û tekezî li ser berdewamiya wê piştevaniyê ji bo dabînkirina aramiya navçeyê kir.
Ji aliyê xwe ve, David Lammy tekezî li ser pabendiya Brîtanyayê bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û got: Brîtanya dê berdewam be li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê.” Herwiha tekezî li ser giringiya hevahengiya hevbeş li ser mijarên herêmî û çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û aborî kir.
Her di vê hevdîtinê de, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên niha yên li navçeyê û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş in, hatin gotûbêjkirin.