Nêçîrvan Barzanî û Es’ed Şeybanî tekezî li ser parastina mafên gelê kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di duyemîn roja hevdîtinên xwe yên li Konferansa Asayîşa Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên li Sûriye û Iraqê û çawaniya bihêzkirina aramiya navçê hatin gotûbêjkirin. Herwiha rewşa pêkhateyên Sûriyeyê û giringiya parastina mafên wan û misogerkirina beşdariya wan di paşeroja welat de, hetin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê û pêkanîna aştî û aramiyê kir. Herwiha tekezî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog, têgihiştinê û karkirina ji bo paşerojeke aram bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir.

Ji aliyê xwe ve, Şeybanî tekezî li ser pêbendbûna Sûriyeyê ji bo bidestxistina aramiyê û peydakirina mercên guncayî ji bo diyaloga niştimanî kir. Herwiha tekezî li ser daxwaza Sûriyeyê ya ji bo bihêzkirina peywendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û bihêzkirina hevkariyên hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyên heyî kir.

Rewşa navçeyê, kêşeyên hevbeş û çawaniya hevkarîkirina di paşerojê de ji bo bidestxistina aramî û aştiyê li navçeyê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.

 
 
Fly Erbil Advertisment