Du xwendekarên Kurd di pêşbirkeke navneteweyî de rêzên yekê û duyê bi dest xistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Du xwendekarên Herêma Kurdistanê di pêşbirkeke navneteweyî ya ‘bîrkariya hizirî’ de rêzên yekê û duyê li ser astê cîhanê bi dest xistin.
Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir îro (Yekşem, 16.02.2025) parve kiriye, “Ji bo cara yekê zarokên Kurd li roja 15ê Şibatê li bajarê Bexdayê bi alaya pîroz a Kurdistanê tevlî mezintirîn pêşbirka navneteweyî bûn.”
Heval Ebubekir herwesa ragehand, “Zêdetirî 450 zarokan ji zêdetirî 12 welatên cîhanê tevlî wê çalakiyê bûbûn, ku ew jî welatên Rûsya, Tirkiye, Îran, Ukrayna, Almanya, Kazaxistan, Ozbegistan, Fransa, Tûnis, Siûdiye, Yemen, Misir, Çîk û Îraq bûn.”
Navbirî amaje jî da, “Xwendekar Lawî Herêz, ku li ser astê Silêmaniyê yê yekê ye û li Peymangeha Silêmaniyê rahênan pê hatibûn kirin, û xwendekar Ebdila Peşêwa, ku li ser astê Hewlêrê yê yekê ye û li dibistana Kurdistana Paşerojê rahênan pê hatibûn kirin, karî nûnerîtiya Herêma Kurdistanê bikin û tevlî wê pêşbirkê bibin.”
Parêzgerê Silêmaniyê amaje jî da, “Lawî Herêz ji bajarê Silêmaniyê rêza yekê û Ebdila Pêşewa ji bajarê Hewlêrê rêza duyê ya wê qehremaniyê li ser astê cîhanê bi dest xistin.”