Hunermendê Kurd Reşîd Sofî koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend û muzîkjenê Kurd Reşîd Sofî ji ber nexweşiyê, li bajarê Kobanê koça dawî kir.

Çalakvanên Kobanê belav kirin,  hunermend Reşîd Sofî duh 17ê Sibatê danê êvarê li bajarê Kobanê ji ber nexweşiyê, di temenê 72 saliyê de koça dawî kir.

Rewşa hunermend Reşîd Sofî ji nêzî hefteyekê ve, ji ber nexweşiya penceşêra Cegerê têk çûbû û di duh danê êvarê koça dawî kir.

Reşîd Sofî sala 1953an li Kobanê di maleke oldar de jidayik bûbû. Di sala 1970î de dest bi karê hunerî kir, ew di nava Kurdan de bi “Mîrê Ûdê” dihat naskirin û bi dehan stranên navdar li pişt xwe hîştine.