Pêleke berfê geleke deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vegirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke nû ya berfê geleke deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vegirtiye. Ji ber berfa dijwar, Parêzgarê Stenbolê li hemû dibistanan bo rojek bêhnvedan ragihand. Li gor keşnasiyê, berfbarîn rojên heta Înê û Şemiyê dibare û pileyên germê dadikevin jêr sifrê... 

Peleke dijwar ya berfbarînê Stenbol, Herêma Marmara, Derya Reş, Anatolya Navîn û Beşeke Bakurê Kurdistanê vegirtiye. 

Barîna berfê bandoreke mezin li hatûçûna Stenbolê dike. Zêdetirî 16 milyon rûniştvanên Stenbolê hene û Parêzgarê Stenbolê bo heyama rojek li hemû dibistanan bêhnvedan ragihand. 

Li gor keşnasiya Tirkiyeyê, berf û baran dê sê rojan bandora xwe nîşan bidin. 

Pısporê Pêşbîniyên Keşûhewayê Cengîz Çelîk got: “Pileyên germê daketine jêr asta asayî ya werzê. Li rojên pêş 4-5 pileyên din jî dê dakevin. Pêla berf û baranê li herêma Marmara Derya Reş û aliyê Qerz û Erdexanê didome. Derveyî herêma Derya Spî li her deverê barîna berf û baranê berdewam dibe.”

Berfbarîn Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê jî girtiye ber xwe. Li Erdexanê berfbarînê li gel pileyên sar yên hewayê didome.