Heftiyeke dîrokî ji bo yaneyên Kurdistanî
Zaxo cihê xwe di Lûtkeya Gera Stêrên Îraqê de xweştir kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Yaneyên Kurdistanî heftiyeke dîrokî di Gera Stêrên Îraqê de derbaz kir û yaneyên başûr û naverastên Îraqê golbaran kirin.
Di gera 21ê ya gera Stêrên Îraqê de, yaneyên Newroz û Hewlêrê li derveyê yarîgehên xwe serkeftin tomar kir, yaneya Zaxoyê jî yaneya Telebeyê ya Bexdayê li beranberî zêdetirî 25 hezar piştevanên wê şkand.
Yaneya Newrozê li nav cergê Bexdayê û li nav yarîgeha Medîneyê bû mêvana yaneya Diyaleyê, di nîva yekê de ji ber şaşîtiyeke gulparêzê yaneya Diyaleyê, yarîkerê Newrozê Gasoç Panom gola yekê tomar kir.
Paştir Ehmed Mehmûd di deqa 30ê de gola duyê ya Newrozê tomar kir û encam li ser Diyaleyê girantir kir. Berî ku dadwer fîtika dawiyê ya yariyê lê bide, Merwan Hisên di deqa 44ê de gola sêyê ya Newrozê tomar kir.
Li destpêka nîva duyê, Diyaleyê bi rêya Eymen Sefahî gola yekê tomar kir. Lê di deqîqeya 69ê de, Merwan Hisên gola xwe ya duyê û ya Newrozê ya çarê tomar kir û Diyale bi temamî bêhêvî kir. Bi vî rengî jî yaneya Newrozê serkeftina xwe ya heştê di vî werzî de tomar kir û bi komkirina 30 xalan bi rengekî demkî ji bo xaneya dehê bi ser keft, li beranber jî yaneya Diyaleyê tûşî şkestina 13ê bû.
Di yariyeke din de jî, li beranberî aporaya piştevanên yaneya Telebeyê, Zaxoka Delal ew yarî bi du golan li beranberî golekê bir. Golên Zaxoyê ji aliyê Emced Etwan û Gostavo Henrick ve hatin tomarkirin. Zaxo bû yaneya yekê ku di vî werzî de 12 serkeftinan tomar bike bi komkirina 42 xalan cihê xwe di lûtkeya wê gerê de xweştir kir, li beranber jî yaneya Telebeyê bi rengekî demkî li xaneya pêncê ma.
Di yariyeke din de jî, yaneya Hewlêrê li derveyê yarîgeha xwe bû mêvana yaneya Necefê. Kurên kel û minareyan (Hewlêrê) bi encamê 2 - 1 serkeftin tomar kir. Her du golên Hewlêrê ji aliyê Yûsif bin Sode yê êrîşberê Tûnisê ve hatin tomarkirin, bi vî rengî jî Hewlêrê serkeftina xwe ya nehê tomar kir û li xaneya nehê jî binecih bû.
Ji ber tevlîbûna xwe ya di cama kendavî ya yaneyên Erebî de, yaneya Dihokê di vê gera Stêrên Îraqê de yarî nekir, li beranbeer jî di yariya dawiyê ya qonaxa komeleyên xwe de rûbirûyî yaneya Zefarê ya Umanî bû, û ew yarî jî bi golekê ji bo her du aliyan bidawî hat.