Pizişkên Kurdistanê tevlî konferansa salane ya pizişkên zarokan li Qeterê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komeleya Pizişkên Zarokan a Kurdistanê tevlî konferansa salane ya navdewletî ya pizişkên zarokan li Qeterê dibe, ji bo ku bikarin zêdetir xizmeta tendirustiya giştî û xasma ya zarokan li Herêma Kurdistanê bikin.
Konferansa heftê ya salane ya navdewletî ya pizişkên zarokan, bi alîkariya Komeleya Pizişkên Zarokan a Kurdistanê û Îraqê û bi tevlîbûna nêzî 400 pizişkên zarokan ji çend welatên cîhanê, li welatê Qeterê tê lidarxistin.
Ev konferans li roja 18ê vê mehê hatiye destpêkirin û biryar e heta 22ê vê mehê berdeewam be.
Dirûşmê îsal ê vê konferansê “Silametiya zarokan, silmaetiya malbatan û silametiya civakê” ye.
Pizişkên zarokan ên Amerîka, Rûsya, Kanada, Kirwatya, Almanya, Libnan, Misirê û gelek welatên din jî tevlî vê konferansê dibin.