Yekemîn Dîdara Hejar Mukiryanî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn Dîdara Hejar Mukiryanî bi navê “Hejar û Ziman” îro 22ê Sibatê li Hewlêrê tê lidarxistin.

Dîdara Hejar Mukiryanî îro demjimêr 11:00ê dest bi karên xwe dike. Di dîdarê de, 3 panel bi serenavên Zimanê Yekgirtî, Ziman û Ferheng û herwaha bi dîjîtalkirina Ziman û Ziman û Zîrekiya Destkird, ji aliyê pisporan û çend akademîsyenan ve bê pêşkeş kirin.

Pêştir yek ji organîzatorên dîdarê gotibû, ev dîdar bi giranî li ser ziman, wêje û çanda Kurdî tê lidarxistin û dê salane berdewam bike.

Herwiha gotibû: “Beşdarên Dîdara Hejar dê di asta çar parçeyên Kurdistanê û welatên derve de amade bin. 

Di Yekemîn Dîdar Hejar Mukriyanî de, dê xelatek pêşkêşî yek ji xizmetkarên çand û wêjeya Kurdî bê kirin.

Hejar Mukriyanî di heft saliya xwe de di odeyên mizgeftên Mihabad û Seqizê dest bi xwendina xwe kir. Li wir fêrî zimanên Erebî û Farisî bû.

Hejar Mukriyanî di avakirina Komara Kurdistanê de beşdar bûbû; di dema komarê de di warê çand û rojnamegeriyê de roleke girîng lîst.

Yek ji taybetmendiyên girîng ên Hejar ew bû ku karîbû di nivîsên xwe de zimanekî hêsan û rewan bikar bîne.