Ji ber sermayê dibistanên Cizîrê 3 rojan tên girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ragihand, ji ber pêla sermayê dibistan 3 rojan tên girtin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê îro 23ê Sibatê biryarek da û tê de hat, “Ji ber pêla sermayê û ji bo parastina tenduristiya xwendekaran li tevahiya dibistanan, rojên Yekşem, Duşem û Sêşemê tên girtin.
Çend roj in pêleke sermayê navçeyên Rojavayê Kurdistanê girtiye.