Wezareta Petrolê ya Îraqê: Em her rojê 185 bermîlên petrola Kurdistanê hinarde dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo Karûbarên Weberhênana Petrolê Basim Mihemed ragehand, “Di qonaxa yekê de, em dê her rojê 185 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê werbigirin, piştî ku hinardekirin li benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê tê destpêkirin. Paştir qonax bi qonax ew rêje tê zêdekirin, heta digehe her rojê 400 hezar bermîlan.”
Wekîlê Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo Karûbarên Weberhênana Petrolê Basim Mihemed îro (Yekşem, 23.02.2025) ragehand, “Ji ber rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê di dema borî de, arêşe ji bo zeviyên petrolê çê bûn, lewma demek divê heta careke din em wesa lê bikin ku bigehe asta xwe ya caran û weberhênana wê her rojê bigehe 400 hezar bermîlan. Ew jî ew rêje ye ya ku di budceyê de amaje pê hatiye dan.”
Basim Mihemed amaje jî da, “Ew rêjeya petrolê ya ku niha mimkin e li Herêma Kurdistanê bê berhemanîn her rojê 300 hezar bermîl in. Para dî ji bo pêdivîtiyên navxweyî yên Herêma Kuridstanê tê terxankirin. 185 hezar bermîl jî ji bo hinardekirinê dimînin.”
Navbirî amaje da serdana şanda Wezareta Petrolê ya Herêma Kurdistanê û lihevkirinan ji bo çêkirina lijneyeke hevpar ji bo çavdêrîkirina mîkanîzma hinardekirina petrolê û ron jî kir ku, Herêma Kurdistanê jê re ragehandiye ku ji bo hinardekirina petrolê amade ne.
Wekîlê Wezareta Petrolê herwesa got, “Tîma Teknîkî ya Kompaniya Petrolê ya Bakur û Nûnerên Herêma Kurdistanê ji bo pişkinîna boriyên hinardekirina petrolê kar dikin, ku ber bi benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê diçe, ji bo ku piştrast bibin bi kêr dubare destpêkirina hinardekirinê tên û herwesa piştrast bibin ku ew givaştina li ser wê boriyê çê bûye ji ber destpêkirina yekê ye.”
Basim Mihemed eşkere jî kir, “Wezareta Petrolê ya Îraqê bi aliyê Tirkiyeyî re danûstandin li ser amadebûna boriyan ji bo hinardekirina bi rêya benderê Ceyhanê kirine, em di 24 seetên bê de li benda bersiva wan in.”
Navbirî tekez jî kir, “Wezareta Petrolê ya Îraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê rijd e, ew jî pareke lênêrîna stratejîk a peywendiyên navbera Îraq û Tirkiyeyê ye. Pêxemetî wê yekê jî, me dê berdewam bi Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê re peywendî hebe ji bo girintiya berdewam a hevahengî û hinardekirinê.”