Ehmed Şera ji bo Lûtkeya Erebî hat vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera vexwendname ji Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî wergirt, ji bo ku beşdarî civîna awarte ya Erebî bibe. 

Serokatiya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got, Ehmed Şera vexwandineke fermî ji Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî wergirt, ji bo beşdarbûna di lûtkeya awarte ya Encûmena Komkara Erebî bibe, ku dê di 4ê Adara 2025an de li Qahîreyê were lidarxistin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Misirê gotibû ku lûtkeya awarte ya Ereban derbarê Xezzayê de ye ku biryar bû hefteya bê bihata lidarxistin, lê ji bo 4ê Adarê hat paşxistin.

Bal kişand ser wê yekê jî, sedema sereke ji bo paşxistina lûtkeyê, daxwaza Misirê ye ji bo ku serkirdeyên Ereban amade bibin, ji bo misogerkirina serkeftina lûtkeyê. Tekez kir jî, sedemên paşxistinê, tenê lojistîkî ne.

Misir, ku îslamiyan wek metirsiyekê dibîne, bi hişyarî serederiyê bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re dike. Berpirsên Misrî tekez dikin, pêdivî ye ku Şam dûrî destêwerdana derveyî, veguhestinek siyasî ya berfireh pêk bîne.

 
Fly Erbil Advertisment