Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî bêyî beşdariya aliyên siyasî yên Kurdî lidar dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Kongreya Diyaloga Niştimanî îro 25ê Sibatê li Şamê dest pê dike. Rêvebirên îslamî yên welat, vê yekê wek qonaxekê ji bo derbasbûna bo sîstemeke siyasî ya nû piştî bi dehan salan ji desthilatdariya malbata Esed, binav dikin. Aliyên Kurdî jî rexne li amadekariyên kongreyê digirin û dibêjin, kongreyê pêkhateyên siyasî yên neteweyî piştguh xistine. 

Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî Hesen El-Dixêm got: “Ehmed Şera dê kongreya diyalogê li Koşka Gel a Komarî bi amadebûna zêdetirî 600 beşdaran ji hemû beşên gelê Sûriyeyê, veke.

Hesen El-Dixêm diyar kir jî, di rûniştina vekirinê de gotar dê bên pêşkêşkirin û piştre komîteyên kongreyê dê dest bi karên xwe bikin.”

Medyaya xwecihî jî belav kir, di kongreyê de, 6 dosyayên sereke tên gotûbêjkirin, ji wan jî: Dadweriya veguhêz, amadekirina destûrê, mijarên azadiyên kesane û prensîbên aborî yên welat.

Di vê mehê de, desthilatdaran komîteyeke amadekar ji bo konferansê ku ji heft endaman pêk tê ku di nav wan de du jin hene, ava kiribû. Komîteyê jî got, endamên wê heftiya borî li çend parêzgehan geriyan û bi zêdetir ji 4 hezar kes re civiyan.

Nûnerên ENKS û Rêveberiya Xweser ne beşdar in

Di vê derbarê de Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) duh di daxuyaniyekê de got: “Birêveçûna wê kongireyê bi lez û bez û piştguxistina pêkhateyên siyasî yên neteweyî û ji wan jî ENKSê, binpêkirina eşkere ya bingeh û mafên hevpar ên niştîmanî yên gelê Kurd e di piroseya siyasî ya nû ya Sûriyeyê de.”

ENKSê got jî: “Şandina vexwendinan bê gerentîkirina nûnertiyeke hevseng ya tevaya hêzên siyasî û pêkhateyên Sûrî, di nav de tevgera siyasî ya Kurdî, pirsan derbarî sûdê ji vê Kongirê re derdixe.”

Pêştir jî, Rêveberiya Xweser rexne li komîteya ku ji bo amadekirina diyaloga niştimanî hatiye avakirin girtibû û got, ev komîte nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê nake û gelê Sûriyeyê vê yekê qebûl nake.

Herwiha gotibû: “Pêdiviya me ya îro, pêwîstî bi nûnertiya rast a hemû Sûriyan bêyî dûrxistin heye. Her wiha pêşxistina zelal a pîvanên yekitî û hevpariya niştimanî ya Sûriyeyê, bi taybet bi berçavgirtina pêwîstiyên qonaxa veguhêz bi beşdariya rastîn û demokratîk a hemû tevgerên siyasî û sivîl û jinan.”

 
 
Fly Erbil Advertisment