Ev heft roj in efserekî Kurd ê artêşa Îraqê hatiye girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji artêşa Îraqê ji K24ê re ragehand, “Ev heft roj in ku Eqîd Rêber Mizûrî bi tometa alîkarî û alîgiriya cotyarên Kurd hatiye girtin.”
Eqîd Rêber Mizûrî di nav Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê de yekane efserê Kurd e, piştî aloziyên heftiya borî yên gundê Şenaxeyê, bi biryara Fermandarê Operasyonên Kerkûkê hat girtin.
Çavkaniyekê ji artêşa Îraqê ji K24ê re got, “Ew efser bi tometa alîkarî û alîgiriya cotyarên Kurd di odeyekê de hatiye desteserkirin, û biryar e lêlokîn pê re bên kirin û li dû madeya 67ê ya qanûna sizadana serbazî bê sizadan.”
Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo li roja Duşemê (17.02.2025) got, “Fermandarê Fewca Yekê ya Lîwaya 32ê ya Firqeya Heştê ya Artêşa Îraqê li sinorê Sergeranê Eqîd Rêber Şikûr Mizûrî, ji ber serederiya xwe ya Kurdane û wê peywendiya baş a bi cotyarên sinorê Sergeranê re hebû, wekî sizayek bi biryara Fermandarê Operasyonên Kerkûkê ji bo Serbazgeha Keywanê hatiye veguhastin.”