Îraq: Peyama Ocalan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê giring e
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îraqê di beyannameyekê de pêşwaziya peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan ji bo danana çekî û hilweşandina PKKê kir û got ku, peyama Ocalan ne tenê ji bo Îraqê, lê ji bo Herêma Kurdistanê jî giring e.
Wezareta Derve ya Îraqê di beyannameyekê de amaje da, “Peyama Ocalan pêngaveke erênî û giring e, ji bo peydabûna seqamgiriyê li deverê.”
Wezareta navbirî ron jî kir, “Ew pêngava Ocalan tenê ji bo Îraqê giring nîne belkî ji bo Herêma Kurdistanê jî giring e, ku çekdarên PKKê li deverên wan hene. Herwesa wê peyamê ji bo tevaya deverê jî giringiya xwe heye.” Tekez jî kir, “Çareseriyên siyasî û danûstandin yekane rê û baştirîn rê ne ji bo bidawîanîna hevrikiyan, ew jî xizmeta berjewendiyên hemî aliyan dike û pêkvejiyana aştiyane pêş dixe.”
Her wê çavkaniyê got, “Em ji bo çarekriina arêşeyan bi rêya diyalogê piştevaniya her bizavekê dikin, em dixwazin ev peyam ji aliyê PKKê ve bi danana çekî bi kiryar bê bicihanîn.”
Şanda Îmraliyê duhî (Pêncşem, 27.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocalan bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.
Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”
Di pareke din a peyama Ocalan de hatiye, “Divê PKK çekên xwe dane û xwe hilweşîne û kongireya xwe lidar bixe.”