Austryayê 2 zarok û 2 jinên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê wergirtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke fermî ya komara Austryayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û 2 zarok û 2 jin ji malbatên DAIŞ’ê wergirtin.
Şandeyeke hikumeta Austryayê duh 1ê Adarê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 2 zarok û 2 jin ji malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê kir.
Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene, Rêveberiya Xweser jî dibêje, pirsa van malbatan, pêwîstî bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan werbigirin.