PSK: Pirsa Kurd tenê bi naskirina mafên netewî yên gelê Kurd çareser dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ragihand, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bang li PKKê kir ku dev ji çekan berde û xwe hilweşîne, ew wek PSKê jî girîngiyê didin banga çekberdanê û piştgiriyê didinê.
Rêveberiya PSKê ya Diyarbekirê îro 2ê Adarê derbarê banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ya çekdanîn û helweşandina PKKê de duxuyaniyek belav kir, ew jî naveroka wê ye:
“Li ser banga serokê MHPê Bahçelî û serdana şanda DEMê jibo Girava Îmraliyê, serokê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025ê de bang li PKKê kir ku dev ji çekan berde û xwe fesih bike.
Ji bo dawî li şer û pevçûna ku ev 40 sal in ziyaneke mezin a canî û madî gihandiye gelê Kurd, siyaseta demokratîk a Kurd bloke kiriye û wateya xwe winda kiriye, em girîngiyê didin banga çekberdanê û piştgiriyê didine
Ji bo ku pêvajoya dawînaîna şer û şîdetê bi ser bikeve, divê dewlet di zûtirîn dem de gavên pêwîst bavêje. Ji bo kesên çek danîne vegerin jiyana xwe ya asayî, kesên ku ji ber sedemên siyasî di zindanan de ne serbest bên berdan, kurd li ser bingehên demokratik bi azadî xwe bi rêxistin bikin û astengiyên li pêşiya têkoşîna wan a ji bo mafan bên rakirin, divê di zûtirîn dem de guhertinên qanûnî û destûrî bên kirin.
Li aliyê din bidawîbûna tundî û pevçûnan li Tirkiyê nayê wateya çareseriya pirsgirêka kurd. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi guhertinên qanûnî û destûrî yên kûr û berfireh ku mafên bingehîn ên netewî yên gelê Kurd di nav xwe de dihewîne, pêkan e. Bêdengkirina çekan dikare zemîna demokratîk û siyasî ya têkoşîna azadî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ya gelê Kurd hêsantir bike.
Ev tê wateya destpêkeke nû jibo têkoşîna mafdar a gelê Kurd.
Têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî yên demokratîk û bidestxistina statuyeke federal a li welatê xwe wê ji niha û pê ve xurtir û geştir bibe. Ne pêkan e ku kes vê têkoşîna rewa reş bike an jî asteng bike.”