Fuad Hisên gehişt Misirê û tevlî Lûtkeya Komkara Erebî dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Komkara Erebî ya girêdayî rewşa Xezzeyê de gehişt Qahîreya paytexta Misirê.
Wezareta Derve ya Îraqê îro (Yekşem, 02.03.2025) di ragehandinekê de amaje da, “Şanda Îraqê bi serokatiya Serokkomarê Îraqê tevlî Lûtkeya Komkara Erebî li Qahîreya paytexta Misirê dibe.”
Wezareta navbirî herwesa got, “Her îro Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên bi merema tevlîbûna di wê lûtkeyê de gehişt Qahîreya paytexta Misirê.”
Lûtkeya Komkara Erebî li roja Sêşemê (04.03.2025) li ser pêşniyara Trump, ji bo veguhastina xelkê Filistînê û dubare avakirina Xezzeyê û nûtirîn pêşhatên deverê, tê lidarxistin.