Çarçoveya Hevahengiyê bi hevpeymaniyeke berfireh tevlî hilbijartinan dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Çarçoveya Hevahengiyê dixwaze bi hevpeymaniyeke berfireh tevlî hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê bibe.

Çend çavkaniyên nêzî Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan îro (03.03.2025) eşkere kir ku, hêzên nav Çarçoveya Hevahengiyê bi yek lîstê û bi rêya hevpeymaniyeke stratejîk tevlî hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê dibin.

Li dû wan çavkaniyan, hevfêmkirina destpêkî ji bo çêkirina wê hevpeymaniyê heye û dixwazin piraniya dengên Şîeyan bi dest bixin. Amaje jî daye, “Heta niha 14 partî û aliyan amadebûna xwe diyar kiriye ku biçin nav wê hevpeymaniyê.”

Li dû zanyarên medyayên Îraqê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî yek ji stûnên wê hevpeymaniyê ye.

Biryar e hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê li Cotmeha îsal bên kirin.

 
Fly Erbil Advertisment