Raperîn.. 2500 parçeyên erdî ji fermanberan re hatine amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Şaredariyên Raperînê bi wekalet ragehand, “Niha formên 10 hezar fermanberan vegeriyane birêveberiya şaredariya me û heftiya bê em wan dişînin Wezareta Şaredariyê.”
Birêveberê Giştî yê Şaredariyên Raperînê bi wekalet Rêbaz Pîrot ji K24ê re ragehand, “Li berahiya destpêkirina piroseya parvekirina erdî li ser fermanberan, me jî bi awayekî cidî li ser wê kar kiriye, lewma niha formên 10 hezar fermanberan vegeriyane birêveberiya şaredariya me.”
Rêbaz Pîrot herwesa got, “Me duhî (Yekşem, 02.03.2025) hûrbînî ji bo wan 10 hezar fermanberan kiriye, ku arêşe di hejmareke wan de heye û hejmareke wan jî bi şaşî ve hatiye sinorê birêveberiya me. Me hemî amadekarî kirine, em heftiya bê wan dişînin şaredariyan.”
Navbirî amaje jî da, “Li şaredariyan li dû xalbendiyê erd ji bo wan fermanberan tê amadekirin û erd jê re tê pêşkêşkirin.” Herwesa got, “Li sinorê Îdareya Raperînê, 24 hezar fermanberan formên erdî pir kiribûn, ku zêdetirî 9 hezar ji wan ji şaredariya Ranyayê ne û serbixwe ne û girêdayî wezaretê ne, yên din jî li cem me ne.”
Birêveberê Giştî yê Şaredariyên Raperînê bi wekalet herwesa ragehand, “Em wan 10 hezar navan dişînin şaredariyê, bi merema pêşkêşkirina erdî.” Herwesa got, “Niha 2500 parçeyên erdî li sinorê şaredariyên Hacîawa, Helşo û Çwarqorneyê amade ne. Li şaredariyên din jî, ew erd ê cotyaran e, pêşveçûn di danûstandinên me de hene ku erdên me bi wan bidin.”
Rêbaz Pîrot ron jî kir, “Tevî ku me li Çwarqorneyê erd amade kiriye lê me her bi wî awayî arêşe heye, ji ber ku divê em 1500 parçeyên din ên erdî li Çwarqorneyê amade bikin. Nexşe jî ji bo erdê Hacîawayê hatiye kêşan, tenê maye ku hejmara wan li tapoyê derkeve.”
Navbirî li dawiyê tekez jî kir, “Parvekirina erdî dê li dû karta zayaran be. Yanî karta te ya zanyaran a kî derê be, tu dê li wê derê erdî werbigirî.”